Nûçeyên Iraqê

Alîkarê el-Bexdadî di êrîşeke asmanî de li Iraqê hate kuştin

Balafirên Iraqî roja Duşemê (12ê Îlonê) civîneke rayedarên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li devera Muteybîca, di navbera herdu parêzgehên Diyala û salahedînê de ye li rojhilatê Iraqê, kire armanc, rayedarên encûmena parêzgeha Diyala gotin.

Şeş rayedarên DAIŞ ên ya ku bi Wilayeta Diyala û salahedînê tê bi navkirin, di nav wan de alîkarekî nêzîkî Ebû Bekir el-Bexdadî, di êrîşeke asmanî de hatin kuştin, Serokê komîteya ewlekariyê Sadiq el-Huseynî di daxuyaniyekê de got.

"Êrîşa asmanî, êvara Duşemê hat lidarxistin, li ser bingeha agahiyên îstixbaratî yên pêşwext ku amedebûna hejmarek ji terorîstan di avahiyekê de ji bo pêkanîna civîneke rayedarên DAIŞ piştrast kir," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500