Nûçeyên Iraqê

Pentagon piştrast dike ku berdevkê DAIŞ di êrîşa Emerîka de hat kuştin

Pentagon roja Duşemê (12ê Îlonê) piştrast kir ku berdevkê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Ebû Mihemed el-Ednanî meha borî di êrîşeke asmanî ya Emerîka de li bakûrê Sûriyê hat kuştin, AFP ragihand.

"Êrîşa nêzîkê Babê, Sûriyê, serpropagandakar, tejnîdkar û endaziyarê operasyonên terorî yê DAIŞ ji eniyên şerê radike," sekreterê rojanamevanî yê Pentagon Pîter Kûk got.

"Ew yek ji zincîreke êrîşên dijî serkêşên DAIŞ e, ku berpirsên fînanskirinê û plangêriya serbazî jî li xwe digre, ev yek jî liv û tevgerên girûpê zehmetir dike," wî anî ziman jî.

Di 30ê Tebaxê de, otombîla ku el-Ednanî vedugest bi moşekeke Hellfire hat hedefkirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500