Hêzên Iraqî rê li ber êrîşeke berfireh ya "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li nêzîkî Mûsilê girtin, di encamê de 70 endamên komê hatin kuştin, Fermandariya Operasyonên Nînewa roja Sêşemê (13ê Îlonê) got.
"Fermandariya Operasyonên Nînewa, bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî, berbanga roja Sêşemê rê li ber êrîşeke terorîstên DAIŞ girt ku tê de girûpê hewl da êrîşî yekîneyên me yên li el-Hûd, el-Heder û mihwerê el-Şebalî di nav de Firqa Peyade ya 15emîn û berpirsyariya herêma Lîwaya 37an bike," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.
"Heftê endamên DAIŞ hatin kuştin û heft otombîlên wan di pevçûnên ku zêdetirî pênc saetan dewam kirin hatin wêrankirin," daxuyaniyê got, û da zanîn ku hêzên ewlekariya Iraqî rastî tu windahiyan nehatin.