Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Hijmara kuştiyên şerê Sûriyê gihştiye 300,000an

Zêdetirî 300,000 kesî di şerê Sûrî de yê ji Adare 2011an ve hatine kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Sêşemê (13ê Îlonê) got.

Li gorî hejmara herî dawî ya Rewangehê, ji 301,781 kuştiyan zêdetirî 86,000 sivîl in, AFP ragihand.

Hijmara sivîlan 15,099 zarokan û 10,018 jinan li xwe digre, girûpa çavdêrîkirinê got.

Şervanên opozîsyonê 52,359 ji hejmera miriyan pêk tênin, û 59,006 mirî ji leşkerên Sûrî û 48,048 şervanên alîgirên rejîmê ji welatên weke Iraq, Îran û Lubnanê û ji Sûrî jî hatine kuştin.

Çekdarên tundrew yên ser bi "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve û alîgirên berê yê Qaîdê Eniya Fiteh el-Şam 52,031 nifûsî ji miriyan pêk tînin.

Rewangehê got ku 3,645 qurbaniyên din nehate nasîn.

Hejmar nêzî 9,000an ji hejmara dawî ya kuştiyan ku ji alîyê Rewangehê di destpêka meha Tebaxê de hatibû belavkirin zêdetir e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500