Nûçeyên Iraqê

Jinûavakirina pira Felûca nêzî temambûnê ye

Rayedarên parêzgeha Enbar piraniya pira rojavayê Felûca ji nû ava kirin ku ew di dema operasyona rizgarkirina bajêr de wêran bûbû,

Birêveberiyê "90% jinûavakirina pira nû ya Felûce xelas kiriye, û beşê mayî tenê dagirtina her du aliyên pirê ye," serokê rêveberiyê Mihdî Ebid Ferhan di daxuyaniyekê de got.

Pirojeye ku 155 milyon dînarê Iraqî ($ 131,000) lê çûye di 45 rojan de temam bûye, wî got, " pir gelekî girîng e ji bû girêdana navenda Felûca bi herêmên rojava re, û rêya ji bo el-Xalidiyê û Remadî ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500