Nûçeyên Iraqê

DAIŞ êrîşa li ser leşkerên Tirk li Sûriyê li xwe girt

"Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) êrişa bi mûşekan ku sê leşkerên Tirk ên li Sûriyê tê de hatine kuştin li xwe girt, AFP roja Çarşemê (7'ê Îlonê) ragihand.

Girupê êrîş di daxuyaniyekê de ku li ser medyaya civakî roja Sêşema borî hat belavkirin ragihand.

Berpirsekî bilind ê Tirkiyê got sê leşker hatine kuştin û çar kes di êrîşa li gundê Wuquf de li başûrê bajarê sînorî Raî birîndar bûn.

Di Heman demê de du leşker hatine kuştin û yek ji leşkerên birîndar piştre li nexweşxaneyê mir.

Roja yekşemê, hêzên Tirk, bi piştgiriya girupên hevkar yên opozîsyona sûrî ,dikarîbûn DAIŞ ji ser sînorê tirkî-sûrî, yê ku kontrol kiribû bi paş de bixe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500