Nûçeyên Iraqê

Sûrî vedigerin Cerablus piştî derxistina DAIŞ

Bi sedên welatiyên sivîl roja Çarşemê (7ê Îlonê) dest bi vegerê bo bajarokê Cerablus ê sînorî li bakurê Sûriyê kirin, du hefteyan piştî ku "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji bajar hat derxistin, AFP ragihand.

Bi çente û kelûpelên navmalê, derdora 250 welatiyan berê xwe dane sînor ve kişiyan û ketin di rêzên de ji bo pişkinîna gumrikî li ber deriyê sînorî derveyî bajarê Tirkiyê Karkamiş.

Ku ji sala 2013an ve ji aliyê DAIŞ ve hatibû girtin, Cerablûs ji aliyê çekdarên opozîsyonê bi piştgiriya tank û firokeyên Tirkiyê di 24ê Tebaxê de hate vegerandin.

Tirkiye bûye war ji bo 2.7 milyon penaberên şerê Sûriyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500