Nûçeyên Iraqê

Şaneyeke terorî ya DAIŞ li Diyala hat pûçkirin

Hêzên Iraqî şaneyeke ji sê endaman a "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di operasyoneke hevbeş a polîs û artêşê de li Diyala roja Sêşemê (6'ê Îlonê) girtin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş got.

"Hêzên operasyonên taybet ên Rêveberiya Îstixbarata Serbazî û polîsên xwecihî sê kesên ku şaneyeke girêdayî bi Wîlayeta Diyala ya DAIŞ ve ye pêk tanîn girtin û dest danîn ser otombîleke wan ku ew ji bo veguhestina teqemenî û çekan bo paytextê bikar tanîn," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

"Otombîl bi kemiyeke mezin ji cebilxane, çek, topên hawin, êlekên bombekirî, rokêt û teqemeniyên din barkirî bû," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500