Nûçeyên Iraqê

Li Helebê piştî êrîşên bi bermîlên bombekirî "bi dehan xeniqîn"

Bi dehan kes li bajarê Helebê yê Sûrî divabû ji ber kêşeyên di henasedayînê de bên tedawîkirin, piştî ku helîkopterên rejîmê bermîlên bombekirî bi ser taxeke di bin destê opozisyonê de roja Sêşemê (6'ê Îlonê) barandin, AFP ragihand.

Rewangehe Sûrî ji bo Mafên Mirov got ku bombeyên li taxa Sukerî ketin û zêdetir ji 70 kesan ku "piraniya wan sivîl in" difetisîn û pêwistiya wan bi tedawîkirinê hebû.

Navenda Medyaya Opozîsyonê li Helebê li ser ekawnta xwe ya Twitterê ragihand ku Sukerî bûye armanca êrîşeke bi kilorê.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman nikarî wê nûçeyê piştrast bike, lê belê wî got ku tu kes di êrîşê de nehatiye kuştin.

Niştecihekî Sukerî ji AFP re got ku "bêhneke gelek dijwar" li taxê belavbû piştî ku bermîleke bombekirî lê ket, lewra jî ew û kesên din bi zehmet nefes dikşandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500