Di Êrîşa bi otomobîleke bombebarkirî de ku Duşema borî (5'ê Îlonê) li nêzîkî nexweşxaneyekê li navenda Bexdayê qewimî û "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) avête ser xwe, herî kêm heft kes hatin kuştin.
Otomobîleke bombebarkirî li taxa el-Karada a Bexdayê berî nîvê şevê teqiya û bû sedema şewitîna çend dikanan, Polîs got.
ُُEqîdekî polîs ragihand ku li gorî amarên destpêkê di teqîna nêzîkî nexweşxaneya Ebdilmecîd heft kes hatine kuştin û herî kêm15 kes birîndar bûne .
Teqîn nêzîkî cihê teqîna mehaTemûzê ku ji aliyê DAIŞ hate lidarxistin û zêdetir ji 300 kesan tê de hatibûn kuştin, rûda.