Nûçeyên Iraqê

Çavên nûnerê NY bo Suriyê li "Însiyatîfa siyasî" ye

Nûnerê NY yê Sûriyê roja Pêncşemê (1'ê Îlolê) got, wî pilan dikir ku " Însiyatîfa siyasî ya girîng" ji bo welat vê mehê pêşkêş bike, AFP ragihand.

"Em di pêvajoya amadekirina vê însîyatîfa siyasî ya girîng de ne," Staffan de Mistura li Cinêvê ji çapemeniyê re got.

Wî agahiyên herî berfireh nedan, lê diyar kir ku ew hêvî dike ku însîyatîfa nû alikariya Civata Giştî ya NY "di berçavgirtina pirsgirêkên Sûrî de" bike dema ku ew careke din roja13'ê Îlolê bicive.

Dibe ku cîveneke ser asteke bilind derbarê Sûriyê de li Encumena Ewlekariyê ya NY di 21'ê îlonlê de pêk bê, wî got, diyar jî kir ku " armanca îroyîn piştrastkirina beşdariya her kesî bi awayekî çalak e di berhemkirina hin encamên erênî derbarê vî şerî de".

De Mistura hêviya hêviyên xwe yên derbarê vegerandina aliyên şerker bo maseya goftogoyan berî dawîya meha Tebaxê anîn ser ziman, lê muhlet hat dirêjkirin ji ber şerê dijwar ê ku li ser erdê diqewime.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û hemberê wî yê Rusî Sergey Lavrov Înê borî li Cinêvê hevdîtin kirin, lê dema ku wan diyar kir ku wan pêngavên girîng ber bi gihiştin bi agirbesteke nû li Sûriyê dane, wan nikarî bighin tifaqeke dawî.

Berpirsên "Leşkerî, ewlekarî û dîplomasî yên gelek payebilind" ji her du welatan li avahiya NY ya li Cinevêroja roja Çarşemê dest bi hevdîtinan kirin ji bo danîna hûrgiliyan, de Mistura got, tê pêşbînîkirin ku hevdîtin heta bi sibeha roja Înê yan Şemiyê berdewam bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500