Nûçeyên Iraqê

Li Iraqê Heft kes ji ber tevlîbûna di rêzên Qaîda de hatin îdamkirin

Li Iraqê roja Çarşemê (31'ê Tebaxê) heft mêrên ku bi têkildariya bi Qaîda re hatin sûcdarkirin di zindana Nasiriya de hatin îdamkirin, AFP ragihand.

Ev heft, yên ku ji netweyên corecor in, berî zêdetir ji çar salan hatibûn giritn û bi encamdayîna çalakiyên terorî ligel girûpa ku piştre bingeha "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) pêkanî hatin tawanbarkirin.

"Hukmê kuştinê bi sêdaredanê roja Çarşemê deheqî heft terorîstan de hat pêkanîn," endamê encumena parêzgeha Zîqarê Dexîl Radî got.

Berpirsekî zindana Nasiriya got ku 60 tawanbarên din ji neteweyên corecor hîn ji ber tometên hevşêwe li zindana Nasiriya girtî ne.

wî eşkere nekir ku çend ji wan hukmê kuştinê li wan hatiye birîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500