Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî 2 serkêşên DAIŞ li Bexdayê girtin

Hêzên ewlekairiyê yên Iraqî du serkêşên "Dewleta Îslamî i Iraq û Şamê" (DAIŞ) digirin di du êrîşên cuda de roja Pêncşemê (1'ê Îlonê) li bakur û rojavayê parêzgeha Bexdayê, Polîsê Federal roja Pêncşemê (1'ê Îlonê) got.

"Hêzek ji îstixabaratên ser bi Polîsê Federal ên Iraqî vê sibehê operasyoneke êrîşekirin û lêgerînê li Termiya li bakûrê Bexdayê pêk anîn û Ebû Ebdela el-Meşhedanî, berpirsê çavdêriyê li devera ku bi Parêzgeha DAIŞ a Bakûrê Bexdayê tê binavkirin, girtin," Birêveberê Polîsê Federal lîwa Ra'id Şakir Cewdet di konfranseke rojnamevanî de li Bexdayê got.

"Hevdem, hêzeke îstixbaratî ya ser bi Lîwaya 8'ê sibeha roja Pêncşemê Xelef el-Zobeî, berpirsê karên birêvebirnê yên ketîba el-Hemza ya DAIŞ li "Parêzgeha Başûrî", di operasyoneke ewlekarî de ku li Zêdan, Ebû Xrêb, hat pêkanîn girt," Cewdet got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500