Efserekî Îranî yê xanenişînkirî dema ku li bakurê Sûriyê şer dikir hat kuştin, AFP roja Çarşemê 31'ê Tebaxê ragihand.
Li gorî ajansa nûçeyan a Faris , Ehmed Xulamî, ku weke fermandarekî bilind di Feyleqa Artêşa Pasdarên Îslamî ya Îranê de di heyama şerê Iraq û Îranê di salên 1980'an de kar dikir, li Helebê roja Sêşemê hat kuştin.
Xulamî "bi xwebexşî" çû Iraq û Sûriyê daku şer bike, ajansê got.
Îran red dike ku serbazên wê yên profesyonel li Sûriyê çalak in, îsrar jî dike ku fermandar û efserên wê tenê weke "şêwirmendên serbazî" kar dikin, lê ew serkêşiya hêzên mezin ku ji çekdarên xwebexş ên ji Îranê û Afganistanê dike.
Îranê hejmarên hûrbîn derbarê kesên ku li Sûriyê û Iraqê hatine kuştin nade, lê medyaya Îranî berî niha ragihandibû ku "bi sedên" şêwirmendên serbazî û xwebexş di salên dawî de mirine.