"Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Sêşemê (30'ê Tebaxê) piştrast kir ku stratejîst û berdevkê wan Ebu Muhemed el-Baxdadî li Sûrî hat kuştin, AFP ragihand.
El- Ednanî berpirsê propagenda DAIŞ bû, tejnîdkarê bilind û pîlangêrê zincîreke êrîşên DAIŞ yên li derve bû, di nav wan de êrîşên Parîs, Bruksel û Stenbol.
Şîrovekar dibêjin, mirina wî derbeyeke mezin ji DAIŞ re ye, ku ew îsal rastî zincîreke paşketinan tê, di nav de windakirina navşeyan li Sûrî û Iraqê û kuştina serkêşên mezin yên din.
El- Ednanî "Rêberê herî tund û dijminkar yê DAIŞ bû di çavê raya giştî de " Charles Lister, endamê xuya yê peymangeha Rojhilata Navîn got.
Sûriyekî li parêzgeha Idlib sala 1977'an ji dayik bûye, El- Ednanî dilê propaganda û maşîna tejnîdkirinê ku şerîtên vîdyo çêdikirin û xwedan hebûneke mezin a bê navber di medya civakî de bû.
Ajansa nûçeyan ya Amaq ya bi ser DAIŞ ve mirina El-Ednanî roja Sêşemê ragihand.
"Kuştina El- Ednanî nîşaneke ku DAIŞ nema dikare berpirsên xwe yên payebilind biparêze," pisporê komên radîkal Hîşam el-Haşimî li Bexdayê got.
El- Ednanî, ku yek ji endamên damezrêner yê DAIŞ bû, li Iraqê di bin siya rêberê herêmî yê El-Qaîdê Ebu Musab el-Zerqawî de kar dikir.
El- Ednanî bû, yê ku Hizêrana 2014'an di tomareke deng de, avakirina DAIŞ weke "xîlafet" li Sûrî û Iraqê ragihand û rêberê DAIŞ Ebu Bekir el- Bexdadî weke " rêberê Misilmanan li her derê" ragihand.