Hêzên Iraqî wan berpirsiyarên hêsankirina derbaskirina teqînekarên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li parêzgeha Kerbela bo êrîşkirina zemawendekê girtin, berpirsên parêzgehê roja Sêşemê (31'ê Tebaxê) gotin.
Roja sêşemê (31'ê Tebaxê), pênc endamên DAIŞ êrîşî dawetekê li Ên el-Temir kirin, di encamê de18 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.
"Hêzên ewlekariyê îro komeke ku hêsankirina derbaskirina terorîstan bo nav Ain Temir li parêzgehê girtin," cîgirê yekem ê parêzgarê Kerbela Jasim el-Fetlwaî di civîneke çapemeniyê de got.
"Operasyon li gorî agahiyên îstîxbaratî yên bi dîqet pêk hatibû," wî got.