Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: DAIŞ 2,350 Sûriyên sivîl di heyama şeş mehan de îdam kir

Di raportekê de ku roja Duşemê (29'ê Tebaxê) hatiye bilavkirin Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirov got ku wê îdamkirina 2,369 sivîlan bi destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji Hezîrana sala 2014'an ve bibelge kiriye.

Rewangehê got ku vv hejmar 85 zarok û 130 jin li xwe digre, da zanîn jî ku sivîlên kuştî li parêzgehên Dîmeşq, Rîf Dîmeşq, Dêr Ezor, Reqe, Heseke, Heleb, Hums û Hema hatibûn serjêkirin,rejimkirin, û ji avahiyên bilind hatibûn avêtin anjî agir bi bedena wan hatibû xistin.

Ev tomarê de zêdetir ji 930 endamên êla el-Şi'êtat li rojhilaatê Dêr Zorê, 223 sivîlên Kurd ji Kobanê û Berx Botan a nêzîkê wê û 46 sivîl ji girûpên etnîk yên din ku agir bi bedena wan hate xistin û hatin serjêkirin li gundê Mebuje li rojhilatê Salimiyê li xwe digre.

Îsal bitenê ji 29'ê Tîrmehê heta bi 29'ê Tebaxê, Rewangehê got ku wê kariye kuştina 44 kesan, jinek jî di nav wan de bû, li deverên di bin destê DAIŞ de li Dêra Zorê, Dîmeşq, Heleb, Heseke û Hums bibelge bike.

Rewangehê got ku, bi giştî, wê kariye belgekirina îdamkirina 4,401 kesan bike, ev hejmar sivîl, opozîsiyon û şervanên rejîmê û hebpeymanên wan jî li xwe digre, herwiha endamên ji girûpê bixwe jî, ji 29'ê Hezîrana sala 2014'an ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500