Nûçeyên Iraqê

Parêzgeha Enbarê navenda operasyona avadankirinê saz dike

Parêzgeha Enbarê û Wezareta avakirin ,niştecîkirin û Şaredariyên Gelemperî navendeke operasyonan saz dike ji bo avakirina jêrxaneya ku di dema operasyonên rizgarkirinê yên li dijî "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) de wêran bûbû,berpirsên Iraqî roja Çarşemê (25'ê Tebaxê) gotin.

"Peymanek hatiye pejirandin ji bo avakirina navendeke sereke ya operasyonan, ji bo dubare avakirina rê ,pir û torên avê û paqijiyê, û dûbare avakirina bajarên ji ber operasyonên leşkerî û kiryarên terorîst di dema operasyona rizgarkirinê hatine wêrankirin," Erkan Xelef el-Tamûz, serokê komîteya avakirinê ya encûmena parêzgeha Anbar got

"Navend berpirsên payebilind ji Wezareta Avakirin û Niştecîkirin û parêzgeha Enbarê, herweha serokên beşên xizmetguzariyan li Anbarê li xwe digre," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500