Nûçeyên Iraqê

Perlemanê Iraqê pêbaweriyê ji wezîrê berevaniyê dikşîne

Zagonsazên Iraqî roja Pêncşemê (25'ê Tebaxê) deng li ser kişandina baweriyê ji Wezîrê Berevaniyê Xalid el-Ubeydî da ji ber îdiayên gendeliyê, li gorî raporteke AFP.

El-Ubeydî di dengdayîna li ser hilgirtina pêbaweriyê de xesirî bi 142 li hmber 102 dengan di dengdayîneke nepenî de, û 18 perlmanteran dengê xwe nedan, du perlemanteran ji AFP re got.

Dengdayîna li ser hilgirtina pêbaweriyê di demekê de hat ku hêzên Iraqî xwe ji êrîşkirina li ser Mûsilê re amade dikin, ku asêgeha herî mezin a "Dewleta Isalmî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraqê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500