Balafirên hevpeymaniyê pênc êrîşên asmanî li dijî "Dewlata Islamî li Iraq û ŞamêÎ (DAIŞ) li bakûrê Iraqê pêk anîn, herî kêm deh ji çekdarên wê hatin kuştin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Çarşemê (24'ê Tebaxê) got.
Êrîşan cihên DAIŞ li "Şêx Muzhir, Hod, û Flaifêl ku dikevin başûr û rojavayê Mûsilê li bakûrê Iraqê, kirin armanc ku herî kêm 10 terorîst kuştin û tişt û wesayitên wan rûxandin", berdevkê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.
"Êrîşên asmanî bircekî peywendiyên navxweyî yên DAIŞ ku ji aliyê endamên girûpê ve li Mûsilê û gundewarên wê dihat bikar anîn wêran kirin, ligel yekîneyeke cebilxaneya ya 82 mm," wî got.