Nûçeyên Iraqê

Teqîna DAIŞ şeş sivîlan li Hewîce dikuje.

Mayinên bidestçêkirî ku ji aliyê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatine çandin şeş sivîl kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn dema ku wan hewl dida ji Hewîca birevin, polîsêIraqî li parêzgeha Kerkûkê roja Sêşemê (23'ê tebaxê) got.

"Terorîstên DAIŞ gelek mayîn û teqemenî li derdora bajêr çandine daku rê li ber pêşketina hêzên Iraqî bigrin û ji bo tirsandina niştecihên ku hewl didin ji bajar birevin, "Berdevkê polîsê Kerkûkê eqîd Selam el-Jaf ji Diyaruna re got.

"Jin û zarok jî di nav qûrbaniyan de hene, û hêzên ewlekariyê hewl didan xwe bigihînin herêmê û wan veguhêzên nexweşxaneyeke meydanî ya nêzîk", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500