Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rê xwekujekî sîpe digrin

Hêzên ewlekariya Iraqî sîpeyekî ku kembereke teqemeniyan li xwe kiribû girt beriya ku xwe li bajarê Kerkûkê biteqîne, AFP ragihand.

Êrîşa pûçkirî ya şeva yekşemê yek ji wan zincîrên bûyerên ewlehiiyê li Kerkûkê bûn û piştî rojekê ji êrîşeke xwekujekî ya ku zarokekî li Turkiyê pêk anî ku bûbû sedema kuştina bêtirî ji 50 kesan tê.

Serokê polîsên Kerkûkê emîd Xetab Omer Arif ji peyamnêran re got xuya dike ku wî zarokî dixwest xwe li perestgeheke Şîeyan biteqîne.

Êrîşa pûçkirî yek ji çar bûyerên ewlehî yên cuda li Kerkûkê ye diheyama çend saetan de, ku di yek ji wan de efserekî teqe li xwekujê ku xwestbû derbasî holanimêjê ya Şîeyan bibe kiribû .

Arif got êrişkar tevlî bûyerên dawiyê ku li Kerkûkê rûdabûn bûbûn û ji Mûsilê, ku ew cihê dawî yê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) e hatibûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500