Êrîşeke asmanî ya Iraqî çar endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin û veşargeheke çekan bi wêran kirin di êrîşeke asmanî de li rojhilatê Remadî, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Duşemê (15ê Tebaxê) got.
Êrîş li devera Elbû Balî li Girava el-Xalidiya pêk hat, wezaretê di daxuyaniyekê de got.
"Dibe ku agir heta demeke dirêj di veşargehê de dadayî bê dîtin," di daxuyaniyê de hate gotin.
"Operasyon beşek in ji qonaxa paqijkirin û jinavbirina endamên mayî yên DAIŞê ku di rez û daristanên deverê de xwe vedişêrin," di daxuyaniyê de hate gotin.