Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî deverekê li bakurê Bexdayê rizgar dikin

Hêzên Iraqî deverek di navbera parêzgehên Diyala û Selahedîn ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Înê (12ê Tebaxê) got.

“Firqeya Piyade ya 5emîn devera Muteybica û gundên derdorê vegerandin [...] û hin deverên din di navbera parêzgehên Selahedîn û Diyala,” wezaretê di daxuyaniyekê de got.

“Di dema operasyonên ku ji bo çend rojan dewam kirin de, yekîneyan şaneyeke terorê û çend şaneyên din bêbandor kirin û 17 bombeyên bidestçêkirî, du êlekên bombekirî, maleke vehewandina al û sloganên DAIŞ, û odeyeke [bijîşkî] ji bo dermankirina terorîstan wêran kirin,” di daxuyaniyê de hat gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500