Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniya navdewletî cihên DAIŞê li rojavayê Mûsilê armanc digrin

Balafirên hevpeymaniyê du cihên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê wêran kirin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Înê (12ê Tebaxê) got.

"Li gorî agahiyên îstixbaratî yên pêşwext û bi alîkariya hêzên bejayî û yekîneya îstixbarata Iraqî, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî du cihên DAIŞ wêran kirin: cihên mayînê û depoya çek û otombîlan li daristanên Mûsilê,10 kîlometran li rojavayê bajêr," berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Êrîşên asmanî, berbanga roja Înê destpê kirin, herdu cih bi temamî wêran kirin û endamên DAIŞê yên li hundir kuştin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500