Nûçeyên Iraqê

6 xwekuj li rojhilatê Remadî hatin kuştin

Hêzên Iraqî şeş xwekujên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di operasyoneke ewlekarî de li Remadî kuştin, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Sêşemê (9ê Tebaxê) got.

“Hêzek ji Firqeya 10ê ya artêşa Iraqê êvara roja Sêşemê operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li deverên nêzîkî Girava el-Xalidiya, li rojhilatê Remadî, pêk anîn û şeş xwekuj ku êlekên bombekirî li wan bûn û hewl didan êrîşî hêzê bikin kuştin,” Fermandarê Operasyonên Serbazî yên Enbarê Lîwa Îsmaîl el-Mehelawî di daxuyaniyekê de got.

“Hêzên hevbeş xwe amade dikin ji bo operasyoneke paqijkirina Girava Remadî ji çekdarên DAIŞ di çend rojên bê de,” wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500