Nûçeyên Iraqê

Piştgiriyên bêtirî derbasî Helebê dibin di demekê de ku şer gurtir dibe

Hêzên rejîma Sûriyê û komên opozîsyonê gelek piştgirî şandin Helebê roja Duşemê (8ê Tebaxê) di demekê de ku çekdarên opozîsyonê êrîşeke berfireh ji bo kontrolkirina bajêr ragihandine, AFP ragihand.

Şer gur dibe piştî ku pêşveçûna opozîsyonê di dawiya hefteyê de dorpêçkirina rejîmê li ser rojhilatê bajêr ku di dest opozîsyonê de ye şikand, ku derbeyeke mezin li hêzên rejîmê dan.

Hêzên opozîsyonê roja Yekşemê bangek ji bo girtina hemû bajarê Helebê ragihand, lê hêzên alîgirên rejîmê şerekî dijwar dikin û dest bi şandina hêzên piştgiriyê ji bo bajêr kirine.

Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku nêzîkî 2,000 çekdarên alîgirên rejîmê ji Sûriye, Iraq, Îran û Hizbullaha Libnanî roja Yekşema borî gihiştin Helebê.

"Herdu alî çekdarên xwe kom kirine weke amadekarî ji bo şerekî mezin li Helebê," serokê Çavdêrgehê Ramî Ebdilrehman got.

Weke hewlekê ji bo şikandina dorpêçê, hevpeymaniyeke ji çekdarên opozîsyonê dest danî ser rêzeke avahiyên di akademiyeke leşkerî de li derdora başurê rojavayê Helebê roja Şemiyê û piştre ber bi bakurê rojhilat ve çû ji bo bigihe komên opozîsyonê yên di nava bajêr de.

Ebdilrehman roja Duşemê got ku bi sedan çekdarên opozisyonê gihiştin Helebê ji parêzgeh derdorê Idlib.

Piranî ji Eniya Fetih el-Şam bûn, grûpa ku serkêşiya Êrîşa Artêşa opozîsyonê dike, wî got, ku navê xwe ji Eniya el-Nusra meha borî guhertibû piştî şikandina girêdana bi el-Qaîdê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500