Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî plana lîderê DAIŞê ji bo êrîşa li ser Bexdayê pûç dikin

Planeke bi serperiştiya lîderê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Ebû Bekir el-Bexdadî ji bo êrîşkirin li ser Bexdayê û parêzgehên başûr hat pûçkirin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqî roja Înê (5ê Tebaxê) got.

Plana ku DAIŞê navê "Êrîşa Mezin a Bexdayê" lê kir gelek otombîlên bi teqemeniyan barkirî û êrîşkarên xwekuj jêre pêwîst bûn, fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Çar êrîşên asmanî li ser armancên DAIŞê hatin pêkanîn, daxuyaniyê got, piştî ku Şaneya Îstixbaratî ya Teyrênbaz agahiyên hûrbîn derbarê armancan kom kirin.

“F-16an êrîşên asmanî yên serkeftî li ser van armancan pêk anîn, bi taybet li Qayim, Kerabla û nêzîkî Bazara Modern, 18 terorîst kuştin, di nav de 11 êrîşkarên xwekuj, û sêyên din birîndar kirin, du ji wan birînên wan giran in,” daxuyaniyê got.

Di nav kuştiyan de kesên biyanî jî hebûn, endamên berê yên Qaîde, û endamên berê yên rejîma Iraqî, di daxuyaniyê de hat zelalkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500