Nûçeyên Iraqê

Çavdêrgeha çekên kîmyayî tirsa xwe ji raporên derbarê êrîşekê li Sûriyê nîşan dan

Çavdêrgeha cîhanî ya çekên kîmyayî roja Çarşemê (3ê Tebaxê) tirsa xwe ji raporên ku dibêjin êrîşek bi gaza kilorîn nêzîkî bajarê Helebê yê Sûriyê pêk hatiye nîşan da, AFP ragihand.

Hat ragihandin ku nêzîkî 24 kesan rastî zehmetiyên di nefesê de li Seraqib bajarokê ku 50 kîlometran dikeve başûrê Helebê, hatin, piştî êrîşeke bi bermîlan roja Sêşemê, li gorî Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Xelkê gotin ku gaza kilorîn hatiye bikaranîn, lê Çavdêrgehê nikarî vê yekê piştrast bike.

"Ev rapor çavkaniya tirseke mezin in e," serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî Ehmed Uzumcu di daxuyaniyekê de got.

Grûpa bi piştgiriya NY ku baregeha wê li Lahey e "berdewam e li ser piştrastbûn ji her raporên bawerbar" ên bikaranîna çekên kîmyayî, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500