Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî kombûnên DAIŞ li başûrê Mûsilê dike armanc

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê 20 çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li başûrê Mûsilê kuştin, Wezareta Berevaniya Iraqê roja Çarşemê (3'ê Tebaxê) got.

“Li gorî agahiyên îstixbaratî ku ji aliyê Rêveberiya Ewlekarî û Agahiyan li Nînewa hatin pêşkêşkirin, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî êvara roja Sêşemê dest bi êrîşekê kir û kombûneke DAIŞ li Jeda, gundekî li Geyara ye, kir armanc û 20 terorîst kuştin,” wezaretê di daxuyaniyekê de got.

“Otombîleke bi teqemeniyan barkirî herwiha li gundê Zahîliya li heman navçeyê hat wêrankirin,” di daxuyaniyê de hat gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500