Nûçeyên Iraqê

Hejmara mirina koçberan li cîhanê vê salê zêdetirî 4,000 ye

Hejmara mirina koçberan li cîhanê di heft mehên yekem ên vê salê de zêdetirî 4,000 kesan e û rêjeya mirinê 26% zêde bûye bi berhevkirin ligel heman heyama sala 2015'an re, Rêxistina Koçberan ya Navdewletî roja Sêşemê (2'yê Tebaxê) got.

Li gorî Rêxistina Koçberan ya Navdewletî, hejmara 4,027 a mirina koçberên vê salê ji kesên ku di deryaya Navîn de xeniqî û kesên din ên ku di rêya Efrîqa ya Bakûr û sînorê Turkî û Sûriyê mirine pêk tê.

Dora 3,120 kes ji Kanûna Yekem ve mirine dema ku hewil didan deryaya Navîn derbas bikin. Xetertirîn rê jî rêya çûyîna ber bi Îtaliya ve ye, ku jiyana 2,692 kesan çinî, piştre rêya ber bi Yonanê (383) ve û ya Spaniya (45) ve tên.

Rêkxistina Koçberan ya Navdewletî mirina 81 kesan li ser xaka Rojhilata Navîn tomar kiriye, bi berhevkirin bi tenê ligel du salên borî re, hejmara êrîşên kujêner li dijî koçber û awareyan di nav Sûriyan de yên ku dixwazin Turkiyê derbas bikin zêde dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500