Nûçeyên Iraqê

Berpirsê petrola DAIŞ li Kerkûkê hat kuştin

Berpirsekî bilind ê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di tiştê bi navê "ofîsa petrolê" de di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniya navdewletî de li başûrê Kerkûkê hat kuştin, Wezareta Berevaniya Iraqê roja Sêşemê (2'ê Tebaxê) got.

"Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî êvara roja Duşemê li armancên DAIŞ li sê cihên ku dikevine el-Reşad, 55 kîlometran li başûrê rojavayê Kerkûkê ye, dan 15 endamên DAIŞ jî hatin kuştin," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Berpirsekî bilind ê DAIŞ, bi navê Ebû Hefis el-Ensarî, ku berpirsê ofîsa petrol û samanên başûrê rojavayê Kerkûkê bû û petrola xav bi qaçaxî difrote tor û mafiyayên qaçaxiyê, di nav kuştiyan de bû," Resûl got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500