Nûçeyên Iraqê

Hêzên HSD li Minbica Sûrî pêşve diçin

Şervanên kurd û Ereb pêşve diçin û aniha 40% ji asêgeha Minbic "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakurê Sûriyê kontrol dikin, li gorî raporteke AFP roja Yekşemê (31'ê Tîrmehê).

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bi piştevaniya asmanî ya hevpeymaniyê, bêtir derbasî nav Minbic, bajarokeke dikeve nêzîkî sînorê bi Tirkiyê re, bûn ,Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got,

Dora 2,300 sivîl ji Minbic di 24 saetên dawî de bi pêşketina HSD re reviyan, Rewangehê got, anî ziman jî ku pevçûn di navbera HSD û DAIŞ de li çend deverên din yên bajêr berdewam dikin.

"Ev şerekî kolanan e, û pêvajoya bidestxistina herêma DAIŞ berdewam e," serokêRewangehê Ramî Ebdlrehman got.

Wî got ku HSD li taxên rojhilat ên Minbic, ku li parêzgeha Helebê ye û li ser rêya sereke ya alîkariyên DAIŞ di navbera Sûrî û Tirkiyê de dikeve, pêş dikeve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500