"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) "di rojên xwe yên herî xirab de" derbas dibe piştî zincîrên serkeftinên hêzên Iraqî û jidestdana gهrûpê ya berdewam ji erdan re, Wezîrê Berevaniya Iraqê Xalid el-Obeydî ji Diyaruna re got.
"Di vê mehê de ji sala borî, DAIŞ rûbereke berfireh ji erdê li parêzgehên Enbar, Selahedîn, Kerkûk û Neynewa kontrol kir. Lê belê îro, ti hebûna wan li Felûca, Remadî, Hît, Rutba, el-Bexdadî, Beycî, Tikrît, el-Siniyah, el-Kerma, el-Seqlawiya û gelek bajarên din ku vê dawiyê hatin rizgarkirin tune ye," el-Obeyidî got.
"Ne tenê kontrola DAIŞ li ser erdê kêm bû, lê herwiha hejmara endamên wê kêm bûye ji ber ku bi sedên wan ji aliyê hêzên Iraqî û hevpeymaniya navdewletî ve hatin kuştin," wî got.
Hevdem, wî rola hevpeymaniya navdewletî di şerê li dijî DAIŞ bi "yekalîker û girîng" wesif kir.