Nûçeyên Iraqê

DAIŞ bîsûçar sivîlan piştî destdanîn ser gundekî Sûriyê îdam dike

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) herî kêm 24 sivîl îdam kirin piştî ku gundek li bakurê Sûriyê ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) stand, li gorî raporteke AFP roja Înê (29'ê Tîrmehê).

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku DAIŞ sivîl "di kêmtirî 24 saetan de" îdam kirin piştî standina Buyir ji HSD.

Ev gund nêzî 10 kîlometran dikeve bakurê rojavayê Menbic de, ku xaleke sereke ye navbera sînorê Tirkiyê û paytexta DAIŞ li Sûriyê el-Reqa ye.

DAIŞ çend gund li gundewarê bakurê rojavayê Menbic kontrol kir ji dema destpêkirina êrîşekê ve roja Pêncşemê.

HSD, bi piştgiriya êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî, operasyonek ji bo vegerandina Menbic ji DAIŞ roja 31'ê Gulanê destpê kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500