Nûçeyên Iraqê

18 çekdarên DAIŞ li Enbarê hatin kuştin

Hêzên Iraqî 18 çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di operesyoneke leşkerî de li parêzgeha Enbarê kuştin, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî roja Pêncşemê (28'ê Tîrmehê) got.

"Hejde terorîstên DAIŞ li el-Quseyrat, Hedîsa, 170 kilometran dikeve rojavayê Remadî, hatin kuştin di operasyoneke baş pilankirî de ku ji aliyê lehengên Lîwaya Çarem a artêşa Iraqî bi piştevaniya balefirên şer ên hevpeymaniya navdewletî hat pêkanîn," berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku sê leşkerên Iraqî di operasyonê de hatin kuştin.

"Kargeheke ku ji bo bombrêjkirina wesayîtan bi teqemeniya dihat bikaranîn û hejmareke mezin ji teqemeniyan û amûrên teqandinê jî di operasyonê de hatin rûxandin, operasiyon bi kontrolkirina tevahiya deverê ji aliyê hêzên Iraqî ve bidawî bû," wî got.F

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500