Nûçeyên Iraqê

Serkêşekî bilind ê DAIŞ li parêzgeha Kerkûkê hate kuştin

Êrîşên asmanî yê hevpeymaniya navdewletî serkêşekî bilind ê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û gelek ji hevkarên wî li el-Hiwîce, li başûrê-rojavayê parêzgeha Kerkûkê, hatin kuştin, Wezareta Berevanî ya Iraqê roja Çarşemê got, (27'ê Tîrmehê).

"Balafirên hevpeymaniya navdewletî êrîşeke serkeft li dijî veşargeheke DAIŞ li el-Hiwîce kirin, di encamê de berpirsê peywendîkirinê yê DAIŞ û endamên ewlekariya wî û hemu çekên wan wêrankirin," wezaretê di daxwiyaniyekê de roja Çarşemê (27'ê Tîrmehê) got.

Operasyon bi hevahengiya hêzên Iraqî pêk hat ya ku agahiyên istîxbaratî pêşkêşkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500