Nûçeyên Iraqê

Pevçûn Minbica Sûrî dihejênin DAIŞ ji muhêletê paşguh dike

Çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi hêzên Sûriya Dîmokratîk (HSD) re li bajarokê sûrî Minbic ketine şer di dawiya hefteyê de, bi hewldana parastina asêgeha xwe û pişguhkirina muhleta derketinê, AFP ragihand.

Rawangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku herî kêm pênc şervanên HSD,18 çeteyên DAIŞ û heşt sivîl di şerê roja yekşemê (24'ê Tîrmehê) hatin kuştin .

HSD pêş mehekê derbas bajarok bûbû lê ji ber êrîşa DAIŞ ya li hember hate astengkirin.

Roja Şemiyê (23'ê Tîrmehê), çeteyên DAIŞ muhleta derketinê ya 48-saetan ya ku ji aliyê Encumena Leşkerî ya Minbic ve hatibû dayîn paşguhkirin, endamekî bilind yê HSD got .

" Muhleta 48-saetan qediya, û dê tu derfetên din mîna vêderfetê ji bo DAIŞ nebe," fermandarekî ji encumenê got.

DAIŞ "bersiva" daxwaza HSD neda û li şûna wê "êrîşî cihên me kir",wî got.

Fermandar soz da ku hêzên wî dê " êrîşên dijwar li ser çeperên mayî bikin".

Berdevkê encumenê,Şervan Derwîş,di daxuyaniyeke xwe de li ser internêtê tekez kir ku hêzên HSD li Minbic " heya ji wan bê pabendin ku rêyeke bi ewle bibînin daku sivîl bikaribin ji hovîtiya DAIŞ birevin ".

Bi hezaran sivîl ji berê ve ji Minbicê, ku li bakurê parêzgeha Helebê li Sûriyê yê, reviyane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500