Nûçeyên Iraqê

Hevbendiya Ereb û Kurdan "48 saetan" dide DAIŞ daku ji Menbicê derkeve

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) roja Pêncşemê (21'ê Tîrmehê) 48 saet da "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) daku ji eniya şer a bajarokê Menbic ê Sûrî derkeve, AFP ragihand.

Hevbendiya opozisyonê ya Ereb û Kurdan got ku hişdarî ji bo "parastina jiyana sivîlan" li Menbicê ye, ku asîgeheke DAIŞ li parêzgeha Helebê ye.

Ev hevbendî ji Hezîranê ve ji bo derxistina DAIŞ ji bajarek şer dike.

"Ev insyatîv şansa dawî ye ji bo endamên DAIŞ ên dorpêçkirî ku ji bajarok derkevin," Encumena Menbicê ya Serbazî, ku beşeke ji HSD, di daxuyaniyekê de got.

"Ji bo parastina jiyana sivîlan û samanan û ji bo parastina bajarok ji wêranbûnê em radigihênîn ku me insyatîva ku li gorî wê endamên DAIŞ yên dorpêçkirî ligel çekên xwe yên sivik de derkevin qebûl kir," daxuyaniyê got jî.

Insyatîv di hefteya borî de ji aliyê serokên êlan li Menbicê hatibû behs kirin, fermandarekî HSD got.

"Lê niha me ev biryarda piştî ku DAIŞ şêniyan weke mertalên mirovî bikar anî, û piştî zexta medyayê li ser me, û ji bo parastina hemû sivîlên ku li bajarok mane," fermandar got.

Daxuyaniyê got sivîl hewilbidin ji Menbicê derkevin anjî xwe dûrî deverên pevçûnan bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500