Nûçeyên Iraqê

Yuropol hişyariya bikaranîna jinan di karên teroristiyane de dide

Ajansa polîsan Yuropol ku baregeha wê li Lahayî ye rewşa terorê ya salane û raporta Trîndê roja çarşemê (20'ê Temûzê) belav kir, dibêje sala borî 151 kes mirine û zêditrî 350 kesên din di êrişên teroristiyane de birîndar bûne di bloka 28 endam de, AFP ragihand.

Raportê ku ji 55 rûpelan pêk tê tenê li ser 2015'an rawestaye û êrîşa Nays û êrîşên kujêner li ser balafirgehan û wîstgehên metro yên Brukselê di Adarê li xwe negirt .

"Di sala 2015 EU hejmareke mezin ji qurbanî û birîndarên ji ber êrîşên terorîstiyane dît," serokê Yuropol Rob Wînrayt got.

"Ev êrîşên ku bi baldarî pilankirî ne zêdebûna gefa li ser EU ji aliyê hindikahiyeke tundrew ve nîşan didn.... Rojhilata Navîn ji xwe re bingeh digre, li gel toreke ji mirovên ku li EU ji dayik bune û mizin bune hevdigrin," wî got.

Ev kes "gelek caran di heyameke kurt de tundrew dibin,(û),hat isbatkirin ku ew weke asanker û hevkarên çalak di karên teroristiyane de tevdigerin" wî got.

Hejmareke mezin a rêwiyên biyanî yên terorîst li Sûrî û Îraqî,niha jin in, di raporê hat gotin, û hat diyar kirin jî ku jin " ji hêsankirinê û rêkxistinê de li YO pir serkeftî ne".

Ev jin tên meşq kirin bo bikaranîna çekan, tevî ku dibe niha ne beşdar in di şerê çalak de,di raporê de hate gotin

"Rolên wan dibe ku bê guhertin di paşerojê de, ku dikare bandorê li ser xwezayê û bandora operasyonên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Oripa, ajansa polîsan hişyarî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500