Nûçeyên Iraqê

Feransa "rojane" li armancên DAIŞ yên li Iraqê dide

Feransa "rojane" êrîşan li dijî çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraqê pêk tîne, Wezîrê Berevaniya Feransa Jean-Yves Le Drian roja Sêşemê (19'ê Tîrmehê) got.

"Êrîşên Fransî şeva borî li Tel Efarê hebûn, ku ne dûrî Mûsil ye," wî ji radyoya France Info re got.

"Em rojane vê yekê ranagihînin, lê ji dema ku em di hevpeymaniyê de ne em rojane êrîşan pêk tînin," wî got.

DAIŞ berpirsyariya xwe ji êrîşa hefteya borî ya bajarê Nice ragihand, ku zilamekî kamyonek diajot û êrîş kir kombûneke lîstikên agirîn ên bi boneya Roja Niştîmanî ya Fransa, û 84 kes hatin kuştin, AFP ragihand.

Lêkolîn dibêjin ku Mihemed Lehweyic Bûhilêl, şofêrê Tûnisî yê 31 salî, "vê dawiyê meraqdarî" bi propagendeya DAIŞ nîşan dida lê tu belge ku pêwendiyên wî bi girûpê isbat bikim tune ne.

Roja Çarşemê, wezîrên berevaniyê yên hevpeymaniya li dijî DAIŞ dê li Waşington bicivin.

Le Drian got ku ew çaverê dike ku ew dê "operasyona niha li Iraq û Sûriyê bigihînin asta herî zêde" bi rêya tundkirina êrîşên xwe li ser baregehên DAIŞ li Mûsila Iraqê û el-Reqaya Sûriyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500