Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rê li ber êrîşeke teroristiyane li el-Tarmîye digrin

Hêzên Iraqî li bakurê parêzgeha Bexdayê rê li ber êrîşeke teroristiyane bi otombîleke bi teqemeniyan bombebarkirî girtin,Wezareta Karên Hundir roja Sêşemê (19'ê Temûzê) got.

Terorîstên gumanlêkirî ji avahiyeke vala li el-Tarmîye reviyan beriya ku hêzêke hevbeş a ajansa dije- terorê û hêzên polîsê herêmî dest bi êrîşekê bikin," lê operasyoneke lêgerînê ya li wan didome", berdevkê wezaretê Emîd Saed Maen ji Mewtini re got.

"Otombîl 12 kîlogram ji teqemeniyên metirsîdar ku bo armancgirtina sivîlan û hêzên ewlekariyê hatibûn dîzaynkirin hildigirt," wi got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500