Nûçeyên Iraqê

Êrîşên esmanî 26 çekdarên DAIŞ li bakûrê Iraqê dikujin

Êrîşên esmanî yên Iraqî zêdetirî 24 çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li el-Şirqat li parêzgeha Selahedînê dikujin, Wezareta Berevaniyê roja Sêşemê (19'ê Tîrmehê) got.

"Li ser bingeha agahiyên îstixbaratî ji aliyê Îstixbarata Federal û Ajansa Lêkolînan ve, hêza asmanî ya Iraqî êrîş pêk anîn, û bingeheke Hîsbeh (Polîsê olî) ya DAIŞ wêran dike, ya ku weke maleke bihinvedanê dihat bikaranîn û xaleke kombûnê ji bo terorîstên ku ji aliyê terorîstekî bi navê Ebû el-Bera dihatatin serkêşêkirin bû," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Êrîşan kargeheke çêkirina bombeyan û birceke peywendîkirinê jî kir armanc, û 26 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û heftne din jî birîndar bûn, daxuyaniyê got.

Di nav kuştiyan de pisporên ku teqemeniyan bi wesayîtan ve dikirin û pisporên peywendîkirinê hebûn, daxuyaniyêgot.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500