Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê rojhilatê Helebê dorpêç dike

Rejîma Sûriyê roja Yekşemê (17'ê Tîrmehê) beşên Helebê yên di destê opozîsyonê de ne dorpêç kir piştî qutkirina rêya piştgiriyê ya dawî bo deverên rojhilat, bi hezaran sivîl jî di metirsiyê de ne, AFP ragihand.

NY got ku nêzîkî 300,000 kes li taxên Helebê yên bin destê opozîsyonê de dijîn, û tirsên ku ew kes rastî birçîbûnê werin zêde dibin.

Piştî çend hefteyan ji şerê giran, hêzên rejîmê dest danîn ser rêya Kastêlo ya stratejîk û niha taxên rojhilat bi temamî dorpêç kirine, serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman got. Ofîsa NY ji bo Karûbarên Hevahengiya Mirovî raport piştrast kir.

Rewş gelekî metirsîdar e, li gorî ofîsê, ji ber hejmara mezin a xelkê ku ti pêdiviyên mirovî ji 7'ê Tîrmehê ve wernegirtine.

"Divê em bersiva pêdiviyên girîng bidin ew jî bi rêya gihiştina pêşbînkirî û berdewam bo xelkê hewcedar," raportê got.

Rewangehê got ku êrîşên asmanî yên rejîmê li ser deverên bin destê opozîsyonê de şeş sivîl kuştin, di nav wan de zarokek, û şeş kesên din, di nav wan de du zarok, ku di topbarankirina opozîsyonê de ya li ser navçeyên bin destê rejîmê de mirin. Herî kêm 16 çekdarên opozîsyonê jî li Helebê hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500