Nûçeyên Iraqê

DAIŞ bi hezaran malbat li el-Qaim weku mertalên mirovî bikartîne

"Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi hezaran malbat li bajarê el-Qaim li rojavayê Enbarê girtiye ji bo bikaranîna wan weke mertalên mirovî,encûmena bajarê el-Qaim roja Duşemê (18'ê Temûzê) got.

"DAIŞ derdora 20,000 malbat li el-Qaim li ser sînorê Sûrî binçavkiriye ji bo wan weke mertalên mirovî bikaranîna piştî ku wê kontrola bajêr ji dest da," Şaredarê el-Qaim Nazim Bardan di civîneke çapemeniyê de got.

"Gelê el-Qaim çend caran hewl da ku ji herêmên di bin kontrola DAIŞ birevin,lê girûp rê li ber wan girtiye û heta gefa kuştina çi kesekên ku hewla revê bide xwar," wî got, û anî ziman jî ku pêştir bi dehan welatiyên hewla revê dabûn ji aliyê DAIŞ ve hatin kuştin.

"Artêş aniha pilanan ji bo êrîşkirin û rikzgarkirina bajêr ji destê DAIŞ dadirêje, mîna rewşa li Felûca, Hît û bajarên din, ku wan selametiya şêniyan li ber çavan digre," Bardan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500