Nûçeyên Iraqê

Belavokên selametiyê welatiyên Iraqî yên li deverên DAIŞ hişyar dikin

Balafirên Iraqî bi hezarên belavokan li bakur û rojavayê Iraqê avêtin û tê de welatî hişyar dikin ku xwe dûrî baregehên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bikin, Wezareta Berevaniya Iraqê roja Duşemê (18'ê Tîrmehê) got.

"Balafirên hêza asmanî ya Iraqê îro bi hezarên belavokan li ser Rewah, Enah û el-Qayim, li rojavayê Enbarê, el-Hewîce, li başûr-rojavayê Kerkûkê û el-Riyad, bajarokekî li rojavayî ye [Kerkûk] avêtin" wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Belavokên, ku tê de hişyariyek ji hemû endamên DAIŞ li wan deveran heye, welatiyan hişyar dike ku xwe dûrî baregehên girûpê bikin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500