Hêzên Iraqî bajêrê el-Dulab li rojavayê Remadî rizagar kirin, û 70 çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di şer de kuştin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Duşemê (18'yê Tîrmehê) got.
"Hêzên Iraqî, ku piştgirya hevpeymaniya navdewletî wergirtin, karîn hêzên berevaniyê yên DAIŞ bişkînin û du roj piştî destpêka êrîşê derbasî bajêr bibin," berdevkê wezaretê Emîd Yehya Rasul ji El-Şurfa re got.
Neteweyên biyanî di nav kuştiyên DAIŞ de hebûn, wî got jî.