Nûçeyên Iraqê

Nemsa tejnîdkarekî DAIŞ bi 20 salan zindan ceza kir

Oldarekî li navenda toreke propagendeyê ya Nemsawî bi 20 salan zindan hat cezakirin roja Çarşemê (13'ê Tîrmehê) ji ber tejnîdkirina xortan bo şer bikin di nav "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de li Sûriyê, AFP ragihand.

Oldarê 34 salî, ku bi navê Ebû Tecma tê binavkirin, bû sedema "mejîşiştine"bi dehên kesan di temenên nav 14 û 30 salan de, li gorî dozgerê giştî, û tejnîd kiriye ji bo li kêleka DAIŞ li Sûriyê şer bikin.

Dadgehekê li bajarê Graz ê başûrê welat dît ku Tecma bi girêdana bi rêxistineke terorîst ve û herwiha bi handana êrîşên terorîstiyane tawanbar e piştî dadgehkirineke ku ji roja Înê ve berdewam bû.

Tecma bûbû "kesayetiyeke sereke" di pêşxistina propagendeya DAIŞ de, dozger got.

Ew di dema operasyonekê de li ser torên tundrêyan sala 2014'an hatibû girtin û tometên derheqê xwe red dike.

Tometbarekî din bi deh salan hat cezakirin ji ber beşdarbûna di tejnîdkirina çekdaran de, herwiha beşdarbûn di êrîşên DAIŞê li Sûriyê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500