Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî 12 kes li hin deverên Heleba Sûriyê dikuje

Êrîşên asmanî herî kêm 12 sivîl li du taxên di bin kontrola opozisyonê de roja Pêncşemê (14'ê Tîrmehê) li bajarê Helebê li Sûriyê dikuje, di nav wan de zarok hebûn, AFP ragihand.

Neh kes li devera Tariq el-Bab hatin kuştin, û sê kesên din jî li navçeya Salihîn, herdu li rojhilata Helebê ne, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Li Tariq el-Bab, karkarên berevaniya sivîlan di nav cihên wêrankirî de ji bo mayînan digeriyan.

Hêdî hêdî kar dewam kir, bi sedema êrîşên asmaniyî yên berdewam li deverê, her êrîşekê karker neçar dikirin ku ew belav bibin û xwe li avahiyên nêzîk veşêrin.

Li Salihîn, vidyoyeke ku bi dest AFP ketiye derbarê encama êrîşan diyar dike ku duman ji avahiyeke çend qatan diçe û pêşiya wê hatiye rûxandin.

Bermahiya otomobîleke şewitandî li pêşiya avahiyê hebû.

Karkerên berevaniya sivîl agirekî vedimrînin ku bi sedema êrîşê destpê kiribû, û sivîl bi pêstirkan tiştên xwe birin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500