Nûçeyên Iraqê

Iraqê nîşandaneke serbazî pêk tîne ji bo pîrozkirina serkeftinên li ser DAIŞ

Hêzên ewlekariya Iraqê nîşandaneke serbazî li nav Bexdayê roja Pêncşemê pêk anî ji bo pîrozkirina serkeftinên li ser "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), lê piroveyeke neragihandî berî du rojan xelk nerehent kiriye, AFP ragihand.

Serokwezîr Heyder el-Ebadî ji dikeyekê temaşeyî hêzan dikir dema ku di Meydana Tehrîr a navendî re derbas dibûn, hevdem balafirên şer û helîkopter li ser bajêr difiriyan.

Nîşandana serbazî bi boneya "rizgarkirina Felûca û Remadî û hemû erdên Iraqê yên ku hatine rizgarkirin" hat lidarxistin, berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê Lîwa Tehsîn Îbrahîm ji AFP re got.

Lê piroveyeke neragihandî roja Sêşemê, ku tê de gelek rê hatin girtin û otombîlên serbazî di nav bajêr re çûn û dihatin, li şûna pîrozkirinê bûne cihê tirsê.

Iraqê vegerandina Felûce bi temamî ragihand, ew bajarê ku 50 kîlometran (30 mîlan) dikeve rojavayê Bexdayê û bo heyama bêtirî du sal û nîvan li derveyî kontrola hikûmetê bû, heta dawiya Hezîranê.

Remadî, paytexta parêzgeha Enbarê, di Kanûnê de hat vegerandin lê şer li wê derê bo çend mehan berdewam bû.

Vê dawiyê, hêzên Iraqî dest danîn ser bingeheke serbazî ya girîng li başûrê Mûsilê DAIŞ ku lîderên hevpeymaniyê gotin ku dê weke "dika detpêkê" ji bo pêşketinê ber bi bajarê dawî ku di destê DAIŞ de maye xizmetê bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500